Qesra Sipî cara ewil destûr da ku çapemenî têkeve ciyê zarokên koçber lê tên girtin

Endamên Kongreyê ciyên zarokên koçberan lê tên girtin ên li sînorê Meksîkayê ziyaret kirin, Qesra Sipî cara ewil destûr da ku çapemenî dîmenan bikişîne.

Qesra Sipî cara ewil destûr da ku çapemenî têkeve ciyê zarokên koçber lê tên girtin

Endamên Kongreyê ciyên zarokên koçberan lê tên girtin ên li sînorê Meksîkaziyaret kirin, Qesra Sipî cara ewil destûr da ku çapemenî dîmenan bikişîne.

Li Amerîkayê her ku diçe hejmara zarokên bêyî refaqet û dereqanûnî tên welêt zêde dibe û nîqaşên li ser helwesta Bîden jî dewam dikin.

Rayedarên Qesra Sipî û hin endamên Kongreya Amerîkayê îro "Carrizo Springs" navenda koçberan a li Teksasê ziyaret kirin.

Di ziyaretê da Qesra Sipî cara ewil destûr da ku çapemenî dîmenên navenda zarokên koçber lê dimînin bikişîne.

Lêbelê hat diyarkirin ku eva tesîsa girêdayî Wezareta Xizmetên Însanî û Tenduristiyê ye û hê destûrê nadin ku çapemenî bikeve tesîsên yekeya Mihafizên Sînor û Gumrikê ya Amerîkayê ya piraniya zarokan lê tên girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE