Qesra Sipî: Di pîlana me ya hetanî 11ê îlonê ji Efxanistanê vekişin da guherîn tune

Qesra Sipî: Di pîlana me ya hetanî 11ê îlonê ji Efxanistanê vekişin da guherîn tune

Jen Psakiya Berdevka Qesra Sipî diyar kir ku di pîlana Amerîkayê ya hetanî 11ê îlonê ji Efxanistanê vekişin da guherîn tune.

Psakiyê di civîna çapemeniyê ya rojane ya Qesra Sipî da rojev nirxand û pirsên rojnamevanan bersivandin.

Psakiyê destnîşan kir ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê pêvajoya vekişîna eskerên Amerîkayê ya ji Efxanistanê bi rê va dibe û wiha pê da çû: "Em dixwazin emîn bibin ku di vê pêvajoyê da ewlehiya personelên xwe pêk bînin û bi rêyeke tesîrdar vekişin."

Psakiyê got dibînin ku êrîşên Talîbanê yên dijî eskerên Amerîkayê li herêmê zêde dibin û wiha axivî: "Li Efxanistanê statukoya beriya vê ji bo me tercihek nebû."

Psakiyê diyar kir ku Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê ew ê di 25ê hezîranê da li Qesra Sipî bi Eşref Xeniyê hemtayê xwe yê Efxanistanê ra were ba hev û wiha pê da çû: "Di pîlana me ya hetanî 11ê îlonê ji Efxanistanê vekişin da guherînek tune."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE