Qesra Spî der barê axaftina Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser telefonê da daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Trump ji ber hewldanên Türkiyeyê yên ji bo rêlibergirtina felaketeke mirovî nîşan dide, spasiya Erdogan kir."
Alîkarê Berdevkê Qesra Spî Judd Deere der barê axaftina li ser telefonê ya Erdogan û Trump da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Serok Trump der barê tundiya li Îdliba bajarê Sûriyeyê da fikarên xwe anî ziman û ji ber hewldanên Türkiyeyê yên ji bo rêlibergirtina felaketeke mirovî nîşan dide, spasiya Erdogan kir."
Hat gotin Trump anî ziman divê Rûsya dev ji piştgiriya rejima Esed berde û ji bo şerê navxweyî ya li Sûriyeyê çareseriya siyasî çêbibe.
Ji bilî vê Trump got li Libyayê mudaxaleya hêzên ji derva wê rewşê xirabtir bike.
AA