Qesra Spî di mijara Hong Kongê da sînyala tengavkirina Çînê da

Berdevkê Qesra Spî Kayleigh McEnany jî civîna çapemeniyê li dar xist û tê da got, "Hûn ê gavên nû yên der barê Çînê da di demeke nêz da bibihîzin."

Qesra Spî di mijara Hong Kongê da sînyala tengavkirina Çînê da

Ji ber ku Çînê li Hong Konga Herêma Îdarî ya Taybet Qanûna Ewlehiya Neteweyî kir meriyetê, Qesra Spî ji bo tengavkirina vî welatî sînyal da.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Robert OBrien di têlevîzyona NBCyê da daxuyanî da û wiha got, "Wisa dixuyê ku Çîn wê bi vê qanûna ewlehiyê va Hong Kongê bi dest bixe."

OBrien destnîşan kir ku ew ê guhertina statuya Hong Kongê bişopînin û wiha dewam kir, "Wezareta me ya Karên Derva heke tesbît neke ku Hong Kong xweseriya xwe nadomîne, em ê Hong Kong û Çînê tengav bikin." 

Berdevkê Qesra Spî Kayleigh McEnany jî civîna çapemeniyê li dar xist û tê da got, "Hûn ê gavên nû yên der barê Çînê da di demeke nêz da bibihîzin."

McEnany der heqê nîqaşên ser mijara statuya Hong Kongê da jî wiha got, "Statuya taybet a Hong Kongê ji ber çalakiyên Çînê di binê rîskê da ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE