Qesra Spî: Dibe ku Rûsya niha jî bi delîlên bêbingeh Ukraynayê dagir bike

Qesra Spî: Dibe ku Rûsya niha jî bi delîlên bêbingeh Ukraynayê dagir bike

Qesra Spî daxuyand, îhtimal heye ku Rûsya niha jî bi operasyonên xerifandinê an jî bi behaneyên bêbingeh Ukraynadagir bike.

Berdevka Qesra Spî Jen Psakiyê di civîna çapemeniyê ya rojane da li ser rageşiya Rûsya-Ukraynayê sekinî.

Psakiyê daxuyand ku wan berî niha jî dît ku Rûsyayê operasyonên xapînok kirin û mene girtin û wiha dewam kir: "Dibe ku ku ji bo dagirkirina Ukraynayê operasyonên xapînok bikin an jî meniyan bigrin. Dibe ku Rûsya niha jî Ukraynayê dagir bike.

Psakiyê îdiaya Rûsyayê ya ku li rojhilatê Ukraynayê gorên komî dîtin bi bîr xist û dibe ku ev jî seba dagirkirinê xebereke çêkirî be.

Psakiyê daxuyand, di mijara Ukraynayê da deriyê Amerîkayê yê dîplomasiyê vekirî ye, di vê mijarê da ew ji gelek aliyan va têkiliyên dîplomatîk didomînin.

Psakiyê li ser îdiaya ku Rûsya wê Luhanskê wekî "komareke serbixwe" nas bike jî got ku heke ev pêk were, hemû vebijêrk wê werin rojevê.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE