Qesra Spî: Em ê dijî li Putîn û Lavrov mieyîdeyan bisepînin

Psakî di civîna çapemeniyê ya rojane ya li Qesra Spî da qala gavên ku wê Amerîka li dijî Rûsyayê biavêje kir.

Qesra Spî: Em ê dijî li Putîn û Lavrov mieyîdeyan bisepînin

Berdevka Qesra Spî Jen Psakiyê got ku Amerîka ji ber êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê wê li hemberî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov mieyîdeyan bisepîne.

Psakî di civîna çapemeniyê ya rojane ya li Qesra Spî da qala gavên ku wê Amerîka li dijî Rûsyayê biavêje kir.

Di axaftinê da Psakiyê bi bîr xist ku Serokê Dewleta Amerîkayê Joe Bîden bi Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê ra bi têlefonê axivî û wiha domand: "Amerîka li gorî biryarên şirîkê me yên Ewropayê wê li hemberî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov û rayedarên ewlehiyê mieyîdeyan bisepîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE