Qesra Spî ji ber gotina Serokê Amerîkayê Joe Biden ya der barê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn da gotibû "Divê ev mêrik di desthilatiyê da nesekine" daxuyaniyek da û got ev ne banga guherîna rêvebiriya Rûsyayê ye.
Di daxuyaniya Qesra Spî da behsa axaftina Bîden ya li Polonyayê ya der barê Putîn da hat kirin û wiha hat gotin: "Tişta ku Serok dixwest bigota ew bû ku divê destûr neyê dayîn Putîn hêza xwe nîşanî cînarên xwe û herêmê bide. Wekî din wî behsa hêza (siyasî) Putîn a li Rûsyayê an jî guherîna rejimê nekir."
Bîdenê ku çûbû Polonyayê li ber Keleha Qraliyetê ya li paytext Varşovayê axivîbû û bi qesta Putîn wiha gotibû: "Ji bo Xwedê ev mêrik divê di desthilatiyê da nesekine."AA