Berdevka Qesra Spî Jen Psakiyê diyar kir ku têkiliya Amerîkayê ya bi Rûsyayê ra li gor heyama Donald Trump wê cuda be û wiha domand: "Ji Rûsyayê teqez wê hesabê karên kiriyê bê pirsîn."
Psakiyê di civîna çapemeniyê ya rojane ya li Qesra Spî kir da daxuyanî da. Serokê Amerîkayê Joe Bîden ji bo Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, gotibû ku ew "kujer" e û li ser vê jî Rûsyayê gazî Balyozê Washîngtonê yê li Moskovayê kiribû û Psakiyê jî der barê mijarê da daxuyanî da.
Di axaftina xwe da Psakiyê ragihand ku haya wê ji rûdanên qewimîn heye û wiha domand: "Rêveberiya me li hemberî Rûsyayê wê ji helwestên rêveberiya Trump cihê tevbigere. Di têkiliyên bi Rûsyayê ra da qadên em ê têkevin nav fikarê wê rasterast hebin."
"Stratejiya me wê eşkerekirina taqtîqên wan be"
Psakiyê bi bîr xist ku wan rapora îstixbaratê ya der barê jehrîkirina Aleksey Navalniyê muxalifê Ûris da weşandin û wiha domand: "Lê di heman demê da qadên hevpar ên em dikarin li serê bi hev ra bixebitin jî hene. Peymana New Strartê bo vê mînak e, bêçekbûna nukleerê bo vê mînak e."AA