Qesra Spî li ser civîna Trump-Kîm dixebite

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders daxuyand ew li ser civîna duyemîn Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un dixebitin

Qesra Spî li ser civîna Trump-Kîm dixebite

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders daxuyand ew li ser civîna duyemîn a di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un dixebitin.

Sanders ji rojnamevanan ra got nameya Kîm ya ku ew bendê bûn gihîştiye destê Trump û name "pir erênî û baş e".

Sanders der barê nameya Kîm da got armanca ewil a nameyê hevdîtineke nû ya bi Trump ra ye ku ew jî li ser dem û hurgiliyên vê hevdîtinê dixebitin.

Der barê pîrozbahiyên Roja Avabûna Komarê ya Koreya Bakur ên hefta borî çêbûn da Sanders got pîrozbahî zêdetir li ser sivîl û pêşketina aboriyê bûn ku ev jî nîşaneya "niyeta baş e".

Li Koreya Bakur berê di pîrozbahiyên Roja Avabûna Komarê da çekên giran û esker li ber çavan bûn, lê îsal ji bilî çend tankan bi tenê çend esker meşiyan ku vê jî bal kişand.

Trump û Kîm di 12ê Hezîranê da li Sîngapurê hatibûn li cem hev û piştî hevdîtinê herdu serokan di mijara Koreya Bakur ji çekên nukleer paqijkirinê da li hev kiribûn.

Lê paşê di navbera herdu welatan da rewşa dîplomasiyê xirab bûbû, Amerîkayê gotibû Koreya Bakur dev ji bernameya nukleer berda û ew sûcdar kiribû.

Bi peymana sala 1953yan a di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr da hatibû îmzekirinê va şer dawî bûbû. Lê ji ber ku di navbera wan da peymaneke aştiyê nehatiye îmzekirin wisa tê qebûlkirin ku şer bi teknîkî dewam dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2018, 12:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE