Qesra Spî wê beşdarî rûniştinên ezlê nebe

Hat gotin ku Demokratên di Meclisa Nûneran da cih digirin dema xwe beredayî xerc dikin û name wiha dewam kir: "Divê hûn vê lêpirsînê niha demildest bi dawî bikin û bi rûniştinên zêde va jî wextê xwe beredayî xerc nekin."

Qesra Spî wê beşdarî rûniştinên ezlê nebe

 Qesra Spî ragihand ku ewê beşdarî rûniştinên Komîteya Edaletê ya Meclisa Nûneran ku ji bo ezla Serokê Amerîkayê Donald Trump tên kirin, nebin.

Qesra Spî ji Serokê Komîteya Edaletê ya Meclisa Nûneran Jerrold Nadler ra nameyek şand û destnîşan kir ku ew beşdarî rûniştinên ezlê nabin.

Di nameyê da wiha hat gotin: "Weke hûn jî zanin ev pêvajoya ezlê ji binî va bêbingeh e û ji bilî vê jî rê û rêgezên bingehîn ên edaletê û pêvajoya hiqûqê jî binpê kiriye. Digel vê Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosiyê bêyî delîlan ji bo nivîsandina xalên ezlê bangewazî kiriye."

Hat gotin ku Demokratên di Meclisa Nûneran da cih digirin dema xwe beredayî xerc dikin û name wiha dewam kir: "Divê hûn vê lêpirsînê niha demildest bi dawî bikin û bi rûniştinên zêde va jî wextê xwe beredayî xerc nekin."

- Lêpirsîna ezilkirina Trump

Peywendiya têlefonê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy ya di tîrmehê da bûbû sedem ku Demokratên di Kongreya Amerîkayê da li dijî Trump lêpirsîna ezilkirinê vekin.

Hatibû îdiakirin ku Trump di peywendiya bi têlefonê ya bi Zelenskiy da ji vî welatî xwest ku der heqê kurê Joe Bidenê namzedê namzediya serokatiyê ji Partiya Demokrat da lêpirsînê veke. Trump jî li ser van îdiayan gotibû ku xeberdana wî û Zelenskiy bi temamî li gor usûl û qaîdeyan bû û wiha gotibû, "Ne girîng e ku min bi Zelenskiy ra çi xeberda. Divê hinek li ser Bîden lêkolînê bikin."

Herwiha li gorî çapemeniya Amerîkayê, Trump ji serokê Ukraynayê ra gotiye ku heger hûn li ser Bîden û malbata wî lêpirsînê vekin, ew ê alîkariyê bide wan û li ser van îdiayan Demokratan lêpirsîna ezilkirinê dabûn destpêkirin. Trump jî gotibû ku beriya axaftina têlefonê, alîkariya bi 400 milyon dolarî ya ji bo Ukraynayê hatibû sekinandin.

Qesra Spî jî qeyda axaftinê ya nivîskî parve nekiribû û îdia kiribû ku eleqeya mijara alîkariyê û xeberdana têlefonê bi hev ra tuneye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE