Qeterê daxuyand ku wê ji OPECê derkeve

Qeterê diyar kir ku wê di rêbendana 2019an a ji OPECê veqete.

Qeterê daxuyand ku wê ji OPECê derkeve

Qeterê diyar kir ku wê di rêbendana 2019an a ji Rêxistina Welatên ku Neftê Îxrac Dikin (OPEC) veqete.

Wezîrê Vejenê yê Qeterê Saad Şerîde el-Qabî di civîna çapemeniyê da daxuyand ku welatê wî wê ji 1ê rêbendana 2019an pê va ji OPECê derkeve.

Qabî li ser ablûqeya ku Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Misrê li dijî Qeterê disepîne sekinî û destnîşan kir ku ji OPECê biryara vekişîna welatê wî ji ber sedemên siyasî nehat dayîn.

Qabî got ku ev biryar bi temamî teknîkî û stratejîk e û ji bo ku di bazara vejenê ya kurewî da rol û hebûna Dohayê xurt bike ev biryar hat dayîn.

Li ser rûyê dinyayê ji rezervên neftê sê paran du par di destê OPECê da ye. OPEC di sala 1960î da di Konferansa Bexdayê da ji aliyê Îran, Iraq, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Venezuelayê va hat avakirin û bi Qeterê va 15 welatên wê yên endam hene.

Qetera ku rojane 650 hezar warîl neft derdixe, 57 sal e endamê OPECê. Di nav welatên endamên OPECê da Qeter di nav welatên ku herî kêm neftê îxrac dike da ye.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Kanûn 2018, 11:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE