Qeterê ji bo diyalogê bangî Amerîka û Îranê kir

Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Ebdirehman Al Sanî ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera herdu aliyan da bi diyalogê were çareserkirin bangî Îran û Amerîkayê kir

Qeterê ji bo diyalogê bangî Amerîka û Îranê kir

Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Ebdirehman Al Sanî ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera herdu aliyan da bi diyalogê were çareserkirin bangî Îran û Amerîkayê kir.

Al Sanî li Dohayê beşdarî Civîna Wezîrên Karên Derva ya Diyalagê ya Hevkariya Asyayê ya 16emîn bû. Wezîrê Qeterê Al Sanî di civînê da axivî û got ku divê êdî krîzên li herêmê diqewimin ji holê rabin.

Al Sanî got bi mueyîdeyên ji hêla terefekî va li hemberî terefê din tên danîn li herêmê tu pirsgirêk çareser nabin.

Sanî diyar kir ku ji ber vê divê pirsgirêk bi mizakerayan bên çareserkirin û ji bona destpêkirina diyalogê bangî Îran û Amerîkayê kir.

Al Sanî got ku Qeter ji bo navbeynkariyê her dem amade ye ku alîkariyê bike.

Di daxuyaniya Qesra Sipî ya 22 nîsanê da hatibû gotin ku ew ê êdî heqê muefiyetê nadin 8 welatên ku Tirkiye jî di nav de ye û ji mueyîdeyên li ser petrola Îranê muef bûn.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE