"Qeyrana nan" a li herêma rejima Esed mezin dibe

Ji ber ku axa bi ber û bereket û herêma neftê ji hêla terorîstên PKK/PYDyî va hatiye dagirkirin rejim di peydakirina neft û genim da tengasiyê dikşîne.

"Qeyrana nan" a li herêma rejima Esed mezin dibe

 Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed li herêmên ku kontrol dike nikare xwarinên bingehîn peyda bike û her wiha nikare bi qeyrana nan a ku mehên dawîn zêde bûye ra serî derxîne.

Rejima Esed hemû daneheva welêt di şerê ku li dijî gel da destpêkirin û ji 10 salan zêdetir e dewam dike da xerc kir û li cihên kontrol di destê rejimê da ye nikare hewcehiyên bingehîn ên mirovan pêk bîne.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewledar ên li herêma rejimê bi dest xist ji ber qeyrana peydakirina sotemenî û genimê li paytext Şam, bajarên qerebalix ên wekî Heleb, Hums û Hemayê firin hatin wê astê ku naxebitin û deriyê xwe asê dikin.

Malbatên li herêma rejimê ji bo ku bikarin nan bibin mala xwe li ber derê firinan dikevin rêzê û çendîn saetan hêviya nan disekinin.

Ji ber ku axa bi ber û bereket û herêma neftê ji hêla terorîstên PKK/PYDyî va hatiye dagirkirin rejim di peydakirina neft û genim da tengasiyê dikşîne.

Rejim nikare pereyê 6 şirketên Ûris ên ku ji wan genim tedarik dikir bide û li ser vê şirketên navborî peymanên genimê betal kirin û ev yek jî bû sedem ku qeyrana arvan mezin bibe.

Şebîhayên hêzên milîs ên rejima Esed jî dest datînin ser nanên ku li firinên bi kapasîteyeke sînordarkirî nan dixebitin û li bazara reş difroşin. Ji ber vê yekê gelê desteng nikare nan bikire.

Pakêteke nan ku par nîvê salê bi 200 lireyên Sûriyeyê (0,70 lireyên Tirkan) dihat firotin li bazara reş derket 9 qatî û heta 1800 lireyên Sûriyeyê tê firotin.

Nûçegihanên AAyê dîmenên qeyrana nan a li navenda bajarê Helebê yê ku din bin kontrola rejimê da ye û ciwan, kal, zarok û jin li ber firinan ji bo nan ketine dorê kişand.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE