Qezaya ferîbotê ya li Mûsilê: 9 kes hatin binçavkirin

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Konseya Bilind a Darazê li Iraqê, di çarçoveya lêpirsîna derbarê qezaya ferîbotê ya li çemê Dicleyê de, 9 kesên di kargêriya ferîbota navborî de hatin binçavkirin.

Qezaya ferîbotê ya li Mûsilê: 9 kes hatin binçavkirin

 Li bajarê Mûsila Iraqê derbarê qezaya ferîbotê ya ku 85 kesan tê de canê xwe ji dest dan, 9 kes hatin binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Konseya Bilind a Darazê li Iraqê, di çarçoveya lêpirsîna derbarê qezaya ferîbotê ya li çemê Dicleyê de, 9 kesên di kargêriya ferîbota navborî de hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku derbarê xwediyên kargêriya parkê û ferîbotê jî de biryara girtinê hatiye derxistin.

Serokwezîr Adil Evdilmehdiyê ku bi mebesta lêkolîna qezayê çû Mûsilê, eşkere kiribû ku ji bo 85 kesên ku di qezaya navborî de canê xwe ji dest dan li seranserê welat 3 roj weke şîna neteweyî ragihandiye.

Heta nuha derbarê sedema binavbûna ferîbotê de ti daxuyanî nehatiye dayin. Çavkaniyên herêmî îdia dikin ku qebareya hilgirtina rêwiya a keştiyê 50 rêwî ye lêbelê zêdetir ji 170 rêwiyî li ferîbotê hatine siwarkirin.

Dîroka nûkirinê: 22 Adar 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE