Qezaya Ferîbotê ya Li Mûsilê: hejmara miriyan zêde bû

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Iraqê Seyf Bedir di daxuyaniya xwe ya televizyona dewletê de destnîşan kir ku li Mûsilê di encama binavbûna ferîbotekê de li Parka Cezîreyê, 100 kesî canê xwe ji dest dan.

Qezaya Ferîbotê ya Li Mûsilê: hejmara miriyan zêde bû

Li Mûsila bajarê Iraqê di encama binavbûna ferîbotekê de li peravên Çemê Dîcleyê, 100 kesî canê xwe ji dest dan.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Iraqê Seyf Bedir di daxuyaniya xwe ya televizyona dewletê de destnîşan kir ku li Mûsilê di encama binavbûna ferîbotekê de li Parka Cezîreyê, 100 kesî canê xwe ji dest dan.

Bedir anî ziman ku ji wan kesên canê xwe ji dest dan 33 jin in, 12 jî zarok in.

Ji aliyekî din ve Wezareta Karê Navxweyî ragihand ku dê derbarê bûyerê û hejmara miriyan de di nava rojê de daxuyaniyê belav bike.

Rayedarên Wezareta Tendirustiya Iraqê jî ragihandin ku 30 kes anîne Saziya Tibba Edlî ya li Mûsilê.

Çavkaniyên herêmî îdia dikin ku qebareya rêwiyan a ferîbotê 100 kesî ye. 

Ji ber qezayê li Iraqê 3 roj şîn hat îlankirin

Dîroka nûkirinê: 22 Adar 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE