Qirkirina ku rejima Esed li Dumayê kir nayê jibîrkirin

Qirkirina bi çekên kîmyewî ya ku rejima Esed li Dumayê kir nayê jibîrkirin

Qirkirina ku rejima Esed li Dumayê kir nayê jibîrkirin

Rejima Beşar Esed 4 sal berê di êrîşa kîmyewî ya bir ser Dûmaya navçeya herêma Xutaya Rojhilatê Sûriyeyê da 78 sivîl hatin qirkirin û sivîlên şahidên êrîşê digel dema borî wê qirqirinê ji bîr nakin.

Li Dûmayê di 7ê Nîsana 2018an da êrîşa kîmyewî hat kirin û ew herêm bi qasî 5 salan bû ku di bin dorpêçiya rejimê da bû û êrîş jî di dema texliyekirinê da hat kirin.

Di qirqirinê da zarok, jin kal û pîr bi sedan sivîl ji ber xaza bijehr ketin û tedawî dîtin û bi mecbûrî malên xwe terikandin.

Rûsyayê jî 5 roj piştî êrîşa kîmyewî ragihand ku hêzên rejimê Dûma û Xutaya Rojhilatê hildan bin kontrola xwe.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (RQÇK) di 1ê Adara 2019an da pesend kir ku rejimê li Dûmayê çeka kîmyewî bi kar aniye lê der heqê rejima sûcdarê şer da li dadgehên navneteweyî pêvajoya darizandinê dest pê nekiriye.

Rejima Esed ji ber ku endamê Dadgeha Cezayê Navneteweyî (DCN) nîne û di KENYê da jî Çîn û Rûsyayê lê xwedî derdikevin ji alî hiqûqî va tu hesab nade.

Di civînên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî da Rûsya û Çînê di lehê rejimê da bi tevahî 16 caran veto bi kar anîn, di rûniştinên ku mijara wan ser êrîşên çekên kîmyewî ne da jî Rûsya û Çînê 6 caran ev heqê ku rejimê diparêze bi kar anîn.

Nûçegihanên AAyê di sala 4emîn a komkujiyê da bi sivîlên Dûmayê ku ji êrîşa çeka kîmyewî xelas bûne û koçî navçeya Babê kirine ra xeberdan.

Îbrahîm Hibiyeyê 12 salî wiha axivî, "Em wê demê di sitargehan da bûn. Bi balafiran êrîş dikirin. Rojek beriya êrîşa kîmyewî jî gelek êrîşên esmanî hatibûn kirin. Di sitargehê da nêzî 70 malbatan hebûn. Ew qas li ser hev êrîş dikirin ku em hînî êrîşan bûbûn. Rojek şûnda jî jehra kîmyewî dev û pozê me."

Hibiye got ku ji ber êrîşa esmanî em nikaribûn ji xaza kîmyewî jî bireviyana û wiha dewam kir:

"Bêhna me çikiya, em difetisîn. Me wê demê pîne û paçik şil kirin û ji xwe ra kirin maske. Piştî ku em ji sitargehê derketin min li derva xwîn û kuştî dîtin. Piştî êrîşê artêşê got, 'an em ê bi bi çekên girantir ên kîmyewî li we bixin an jî hûn ê Dûmayê biterikînin' û em tehdîd kirin. Me jî biryara terikandinê da."

Hibiye daxuyand ku hêzên rejimê du jê kekên wî 17 eqrebayên wî yên sivîl kuştin û wiha dewam kir, "Rejimê gelekî zilm kir, gelek meriv kuştin, gelek malbat ji cî û warên wan kirin. Ez xeyal dikim ku vegerim welatê xwe yê bê Esed û cardin bi eqrebayên xwe ra bijîm."

Ebû Îzet Hibiyeyê bavik jî got ku ew jî şahidê komkujiya çeka kîmyewî ya 7ê nîsana 2018an e.

Hibiye wiha xeberda, "Ez nêzî cihê bûyerê bûm, dema ez gihîştim wê derê meriv kuştibûn. Cihê ku kiribûn hedef nêzî navenda tibê ya yekem bû. Wexta ez çûm navenda tenduristiyê, min meriv li erdê dîtin."

Hibiye bal kişand ku di qetlîamê da bi dehan sivîlî can da û wiha got, "Dîmen dûrî aqilan bû. Hişê min ne li serê min bû. Devê însanên anîbûn acilê kef dida, te digot qey çavên wan ji cihê xwe pekiyane, derketine. Gava min ew dîmen dît gilê ket qirika min. Bêhn li min çikiya. Bi xaza sarînê em kirin hedef."

Hibiye diyar kir ku berî êrîşa kîmyewî jî hêzên rejimê navçeya Dûmayê bi awayekî bênavber da ber bombeyan.

Hibiye got ku wî bi texliyeyên mecbûrî ra koçî herêmên di bin kontrola mixalifan da kir û wiha got, "Min ewlad, xwîşk û bira û hemû malbata xwe li Dûmayê çal kir. Şehîd bûn. Ka ez ê li vir çawa rihet bim? Ez niha li Babê me, ev çar eyd in min merzelên du kurên xwe nedîtine. Hê gelekî ciwan bûn. Wa ye Esed, Îran û Rûsyayê em kirin vî halî."

- Êrîşên din ên bi çeka kîmyewî

Rejima Esed êrîşa çeka kîmyewî ya ewil li dijî Xutaya Rojhilat a Şamê di 21ê Tebaxa 2013an da kiribû. Di êrîşê da zêdeyî 1400 sivîlî hatibûn kuştin.

Hêzên rejimê di 4ê Nîsana 2017an da jî bi çeka kîmyewî êrîşî sivîlên navçeya Xan Şêxûnê ya Îdlibê kiribûn. Di vê êrîşê da zêdeyî 100 sivîlî hatibûn kuştin, zêdeyî 500 sivîlî jî birîndar bûbûn.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê, rejima Esed piştî destpêkirina şerê navxweyî, 217 caran bi çeka kîmyewî êrîşî wargehên di bin kontrola mixalifan da kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE