"Qralê Zana" heke nemiriba îro 93 salî bû

Serokê ewil ê Bosna Hersekê Aliya Îzzetbegovîçê ku di 8ê Tebaxa 1925an de li bajarê Bosanskî Samacê hat dinyayê di 93yemîn salvegera rojbûna xwe de tê bibîranîn.

"Qralê Zana" heke nemiriba îro 93 salî bû

Serokê ewil ê Bosna Hersekê Aliya Îzzetbegovîçê rehmetî di 93yemîn salvegera rojbûna xwe de bi hesret tê bibîranîn.

Îzzetbegovîçê ji ber zanîna xwe wekî "Qralê Zana" tê zanîn di 8ê Tebaxa 1925an de li bajarê Bosanskî Samacê hat dinyayê.

Îzzetbegovîç lîse li Saraybosnaya paytextê Bosna Hersekê xwend û paşê bû avakerê Mladî Muslumanî (Misilmanên Ciwan).

Di Şerê Duyem ê Cîhanê de Îzzetbegovîç li hember îdeolojiyên faşîst û komînîst sekinî.

Misilmanên Ciwan dema Şerê Duyem ê Cîhanê de ji ber alîkariyên ku kirin bala mirovan kişandin.

Piştî Şerê Duyem ê Cîhanê li Yugoslavyayê alîgirên Partiya Komunîst rêvebirî bi dest xist û welat wek komarên federal veqetiya. Îzzetbegovîç wê demê Îslam parast û bû hedefa rêvebirên komînîst.

Di sala 1946an de ji ber sûcê Îslamiyetê 3 salan di hepsê de ma.

- Di berhemên xwe de behsa Îslamê kir

Piştî ku ji hepsê derket Îzzetbegovîç perwerdeya xwe ya zanîngehê qedand û di 1970ê de pirtûka xwe ya herî navdar a bi navê "Deklerasyona Îslamê" nivîsand."

Di sala 1983an de ji ber vê berhema xwe û ji ber sûcê teşkîlata Mladî Muslumanî (Misilmanên Ciwan) bi rê ve biriye vê carê 14 sal ceza xwar.

- "Ez li ser navê Xwedê sond dixwim emê nebin kole"

Îzzetbegovîçê bi kirinên xwe va rêya gelê Bosna Hersekê ronî kir wê bi van gotinên xwe yên navda her tim bê bibîranîn; "Ey teslîmiyet navê te Îslam e", "Ez li ser navê Xwedayê qadirê her tiştî sond dixwim, emê nebin kole", "Di şer de zilmeke mezin li we hat kirin. Di warê efûkirin an efûnekirina zaliman de hûn serbest in. Hûn çi dikin bikin, lê komkujiyê ji bîr nekin. Lewra komkujiya bê jibîrkirin tê dubarekirin", "Dema ez diçim Ewropayê serê min berjêr naçim. Lewra me jin û zarok nekuştin. Lewra me êrîşî tu dereke pîroz nekir. Lê wan ev tişt kirin. Him jî li ber çavên Rojavayê, li ser navê şaristaniya Rojavayê."

 

 


AA

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2018, 14:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE