"Îqtidar û rêvebiriya Tirkiyeyê di polîtîkaya derva da destanê dinivîsîne"

Serok Erdogan di merasîma xelatan a ji bo derfiroşkaran de axivî…

"Îqtidar û rêvebiriya Tirkiyeyê di polîtîkaya derva da destanê dinivîsîne"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di merasîma xelatan a ji bo derfiroşkaran de axivî…

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Çavê me di axa Sûriyeyê da nîne, lê helwesta me ya dijî êrîşên terorê yên ji Sûriyeyê tên eşkere ye."

Erdogan li The Grand Tarabya Otêlê di Merasima Xelatê ya 500 Îxracatkarên Mezin Yên Xizmetê Yên Tirkiyeyê da axivî.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir bi saya atmosfera îstiqrar û ewlehiyê ku tesîs kirine û mîna roniya çavên xwe parastine Tirkiye ji nû va vejiyaye û li ser kavilên xwe bilind bûye û wiha got: "Me di sala 2013an da hemû deynê IMFyê da. Niha di vî warî da ti têkiliyeke me bi IMFyê ra nemaye. Ew heyam nema."

Erdogan destnîşan kir ji gelê xwe bawer kirine û çiqas baweriya wan ya bi gel zêde bûye serkeftin mîna baranê bi ser Tirkiyeyê da bariya.

Serok Erdogan diyar kir di hevsenga karên Tirkiyeyê yên carî da başbûneke mezin heye û wiha axivî: "Hin kes dixwazin ji ber wan pêlên ku di qada kur-faîz-enflasyonê da mehên borî qewimîn beşera gelê me xera bikin û bi wê armancê hewl didin. Dema mirov bi tenê li rêjeya saziyên di meha cotmehê da hatine vekirin û girtin mêze bike dibîne ku rewş li gor salên berê baştir e û em gihîştine merheleyeke çêtir."

Erdogan destnîşan kir îqtidar û rêvebiriya Tirkiyeyê di polîtîkaya derva da destanê dinivîsîne û wiha peyivî: "Tirkiye bi demokrasiya xwe, aboriya xwe û ewlehiya xwe va bi biryardarî ber bi hedefên xwe dimeşe."

Serok Erdogan diyar kir di mijara krediyên şexsî da ku car caran bi îdiayên xelet tê îstismarkirin Tirkiye di rewşeke gelekî baş da ye.

Erdogan di mijara Sûriyeyê da diyar kir çavê Tirkiyeyê di axa Sûriyeyê da nîne, got ku lê helwesta me ya dijî êrîşên terorê yên ji Sûriyeyê tên eşkere ye. Ewlehiya herêmê ji bona me esas e. Bi gavên ku li herêmê em bi Rûsya û Îranê ra diavêjin em dixwazin ewlehiyê tesîs bikin. Hemû Ereb, Kurd û Tirkmenên jidil dibêjin çi, 'Dibêjin bila Tirkiye bê' Çima? Lewra ji Tirkiyeyê bawer dikin û baweriya wan bi Tirkiyeyê heye. Mecbûrî karê li ser axa Sûriyeyê pêkanîna aramiyê ji me ra ma."

Serok Erdogan der barê biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê da wiha got: "Di encama hevdîtina ku me bi Birêz Trump ra kir da ji me ra wiha got; Hûnê DEAŞê ji vir derxin? Me jî got me derxist û ji niha pê va jî emê derxin. Hûn bi tenê di qada lojîstikê da piştevaniya ji bo me pêwîst e bidin, wan jî dest bi vekişînê kir, belê kirin. Niha armanca ew e ku em van têkiliyên xwe yên dîplomatîk awayekî baş birêva bibin, em niha xwedî Artêşa Azad a Sûriyeyê û eskerên xwe yên ku bi wan me çawa ji Cerablusê 3 hezar DEAŞî derxist û ji niha pê va jî dikarin PKK, PYD, YPG û rêxistinên terorê yên din bi wan ra berteref bikin."

Erdogan destnîşan kir rêvebiriya Amerîkayê gotin û daxuyaniyên ku Tirkiyeyê hêvî dikir got û wiha dewam kir: "Ji ber ku mezinên me dibêjin 'yê devê wî ji şîr bişewite pif dike dew', em ê jî ji ber tecrubeyên berê ji bona daxuyaniyan kêfxweş in, lê dîsa jî li benda encamê ne." 

Serok Erdogan der heqê operasyona li rojhilatê Feratê da wiha peyivî: "Ji ber xeberdana bi têlefonê ya bi Birêz Trump ra, him ji ber pêwendiyên yekeyên me yên ewlehî û diplomasiyê û him jî ji ber daxuyaniyên Amerîkayê em ê demekê bisekinin, lê ev demeke bêdawî nîne." 

Erdogan destnîşan kir di mehên pêş da li qada Sûriyeyê wê wisa tevbigerin ku bermayiyên DEAŞê û hêzên PKK/PYDyê ji holê bên rakirin û got ku divê ev bê zanîn.AA

Dîroka nûkirinê: 21 Kanûn 2018, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE