"Qudsa ji heyama herî zor derbas dibe"

Îsmaîl Heniyeyê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê diyar kir ku Qudsa bajarê pîroz ji heyama herî zor derbas dibe, ji bo hemû tehdîdên li dijî doza Filistînê werin dîtin bang kir ku îtifaqa hemû hêzan tîne ba hev were avakirin

"Qudsa ji heyama herî zor derbas dibe"

Îsmaîl Heniyeyê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê diyar kir ku Qudsa bajarê pîroz ji heyama herî zor derbas dibe, ji bo hemû tehdîdên li dijî doza Filistînê werin dîtin bang kir ku îtifaqa hemû hêzan tîne ba hev were avakirin.

Di Konferansa Wehdetê ya 32yan a li Îranê tê lidarxistin û alim û siyasetmedarên alema Îslamê beşdar bûnê da qeyda dengê Heniye hat weşandin, Heniye di qeydê da got, "Îsraîla dagirker dijminê hemû umeta Îslamê ye. Ji bo dora dijmin bipêçin, sûcên wê derxin holê û hewla başnîşandana îmaja wê bibirin berpirsyariya umeta Îslamê heye."

Heniye got di qadên aborî, siyasî, çand û sporê da hemû projeyên normalkirina têkiliyên bi Îsraîlê ra dibê werin redkirin û wiha axivî: "Ji ber ku Îsraîl dixwaze Qudsê bixe bajarê Cihûyan, Mescida Eqsayê parçe bike û pîlanên xeternak pêk bîne Quds ji heyama herî zor derbas dibe. Ji bo Quds biparêzin, pêşî li pîlana Îsraîlê bibirin û biryardariya welatiyên Filistînê qewîn bikin dibê welatên Misliman li stratejiyekê xwedî derkevin."

Heniye axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku berxwedan yekîtiya fikr û ramanên welatiyên Filistînê ye û gel bi hev ra digre, bi hemû cureyan ew ê wek stratejî li pêşiya me be. Çawa ku di Balfourê da bihostek erdê Filistînê nehat dayîn bi heman awayî Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî nikare bi zordarî Qudsê bide Siyonîstan. Ev axa me ye û Xwedê bi me ra ye."

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Mijdar 2018, 11:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE