Qursên Qur'anê yên havînê sibê dest pê dikin

Qursên Qur'anê yên havînê sibê dest pê dikin

 Qursên Qur'anê yên havînê ku Serokatiya Kar û Barên Diyanetê li dar dixe, sibê dest pê dike.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiyê hat dayîn, di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da li tevahiya welêt sibê qursên Qur'anê dest pê dikin û qeydên qursan wê heta 11ê tîrmehê dewam bikin.

Qeyd li mizgeft, qurs an jî li ser malpera înternetê ya "www.diyanet.gov.tr"yê tên kirin û zarok û keç û xortên ku emrê wan di navbera 4-22yan da ye dikarin serlêdanê bikin.

Ji bo xwendekarên ku emrê wan di navbera 4-9an da ye perwerdeya rûbirû wê were dayîn, xwendekarên ku emrê wan di navbera 10-15an da ye rûbirû û online, xwendekarên ku emrê wan di navbera 16-2yan da ye jî wê tenê wek online perwerde bibin.

Di çarçoveya têkoşîna Kovîd-19ê da her roj agirê xwendekarên qirsê wê were pîvan, kesên ku nîşaneya nexweşiyê bi wan ra heye, wê bişînin nexweşxaneyeke herî nêzîk.

Perwerdeya qursa Qur'anê ya ku wê rûbirû û online were dayîn, wê 20ê tebaxê roja înê kuta bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE