Rabitaya kurdên serbixwe civiya

"Em şer naxwazin, em li dijî terorê ne, divê teror ji xaka me derkeve"

Rabitaya kurdên serbixwe civiya

Rabitaya kurdên serbixwe ya Sûriyê li Entabê civînek li dar xist. Di civînê de êrîşa terorî ya li Efrînê hat şermezarkirin. Her wiha hat gotin hin partiyên kurdan bi pkk’ê re peyman îmze kirine, komeleya me li dijî peymanên wisa ye.

Rabitaya Kurdên Serbixwe derbarê geşedanên dawî de li Entabê civiya.

Kurdên muxalif di civînê de bal kişandin ser meşrûkirina PKK’ê û gotin ku ev yek li dijî îradeya gelê herêmê tê kirin.

Alîkarê Serokê Rabitaya Kurdên Serbixwe Azad Osman got; em li dijî meşrûkirina rêxistinên terorî disekinin û ev rêxistin divê ji xaka Sûriyê derkevin.

Di civînê de êrîşa bombeyî ya li Efrînê jî hat şermezarkirin.

Hat gotin; hedefa wan ofîsa Rabitaya Kurdên Serbixwe bû.

Osman ragihand ku ji bo gelê Sûriyê, bi taybetî jî ji bo xizmeta gelê kurd wê bi îstikrar û bibiryar xebatên xwe bidomînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE