Rageşiya di navbera Pakistan û Hindistanê da

Qedera 200 malbatên ku li herêma Azad Keşmîrê ya di kontrola Pakistanê da li nêzîkî Xeta Kontrolê dijîn, di stargehên ku bi destê hikûmetê hatin çêkirin da hatin bicihkirin

Rageşiya di navbera Pakistan û Hindistanê da

Ji ber pevçûnên li Xeta Kontrolê Keşmîrê yên di navbera Pakistan û Hindistanê da sivîlên ku xetere li ser jiyana wan hene, di stargehên ewle da hatin bicihkirin.

Li Xeta Kontrolê ya ku Keşmîrê bir dike, qedera 200 malbatên ku li aliyê Pakistanê li herêma Azad Keşmîrê dijîn, ji malên wan ên ku li ser xeta pevçûnan in hatin texliyekirin û di sê stargehên ku bi destê hikûmetê hatin çêkirin da hatin komkirin.

Berpirsê hikûmeta Pakistanê Miezem Zafer ragihand, malbaên di bin xetereya êrîşa asîmanî û êrîşên top û hawinan da ne, di bînayên her sê stargehan da hatin komkirin û herwiha ligel derfeta starê, alîkariya cilûberg, xida û dermanê jî ji bo malbatan hat dabînkirin.

- Rageşiya di navbera Pakistan û Hindistanê da

Rageşiya dawîn a di navbera Pakistan û Hindistanê da bi êrîşa ku 14ê sibatê li milê Keşmîra ku di bin desthelata Hindistanê da ye dest pê kir û di encama vê êrîşê da jî 44 kes hatibûn kuştin.

Rêveberiya Delhiya Nû, Pakistan tawanbar kir ku ji terorîstên ku êrîş pêk anîn ra dibe pişt. Pakistana ku êrîş şermezar kir jî, tawanbarî red kir.

Hindistanê jî di 26ê sibatê da ragihand ku êrîşa asîmanî bir ser hedefên rêxistina terorê yên li aliyê Pakistanê li Xeta Kontrolê Pakistanê. Pakistanê jî ragihand, ji ber ku sînorê asîmanî binpê kirin, wan du balafirên şer ên Hindistanê xistin xwarê.

Hindistanê ragihand, wan balafireke şer a Pakistanê xist xwarê, lêbelê rêveberiya Îslamabadê ev yek piştrast nekir.

Hikûmet û artêşa Pakistanê bal kişand ku ew naxwazin rageşî gur û germ bibe, li aliyê Hindistanê jî Serokwezîr Narendra Modi, Pakistan bi wê yekê tawanbar kir ku dixwaze îstiqrara welatî wî têk bibe.

Tirkiye, Yekîtiya Ewropayê, Almanya, Îngiltere, Çîn û Rûsyayê bangî aliyan kirin ku xwe rabigirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Adar 2019, 15:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE