Rageşiya li Fransayê naqede

Li seranserê welêt ji 700î zêdetir xwendekar hatin binçavkirin

Rageşiya li Fransayê naqede

Li Fransayê beriya çalakiya mezin a çaremîn polîs bi awayekî tund mudaxele li xwepêşandêran kir. polîs li seranserê fransayê 700 xwendekar binçav kirin. dîmenên binçavkirina xwendekaran hatin weşandin û bûn sedema nerazîbûnê.

Destê wan li hewayê çok vedan.

Destên wan ji pişt ve hatin kelepçekirin û li ber dîwar bûn rêz.

Xwendekarên ku dixwestin zema li ser sotemeniyê protesto bikin bi vî rengî hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên Wezareta Karên Navxweyî li tevahiya Fransayê zêdetirî 700 xwendekar hatin binçavkirin.

Bûyer herî zêde jî li herêma İVLİNa ku nêzî Parîsê ye çêbûn.

Polîsan li virê zêdetirî 180 xwendekarî bin çav kirin.

Dîmenên binçavkirina wan jî li seranserê welêt bû sedema bertekan.

Dîmen bi telefonan hatin kişandin û xuya dike ku polîs destê xwendekaran ji piştve kelepçe dike û ew li ser çokê didin rûniştin.

Tê gotin ev dîmen ji bo tirsandinna çavê xwendekarên ku wê îro derkevin qadê hatine weşandin.

Dîroka nûkirinê: 07 Kanûn 2018, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE