Emerîka û Îran, her roj şûrên xwe li hev dikişînin. Vê carê rageşî li ser behra Ummanê pêk hat. Serokê Emerîkayê Trump got; me li ser tengava hurmuzê balafireke bêpîlot a Îranê xist.
Krîza di nabeyna Emerîka û Îranê de dewam dike.
Serokê Emerîkayê Donald Trump got; me li ser tengava Hurmuzê balafireke bêpîlot a îranê xist.
Trump got; me teyare ji bo parastinê xistiye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarif, beriya civîna bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres re bersiv da Trump. Zarif got: Tu agahiya ku xistina balafira me ya bêpîlot piştrast dike negihaştiye me.”
Herwiha; Mihafizên Şoreşa Îranê jî gotin wan li Girava Larkê dest daniye ser tankêreke xerîb.
Li gorî îdiayê; tankêrê ji tekneyên Îranê bi riyên qaçax petrol digirt û bar dikir keştiyên biyanî. 12 Muretebatên keştiyê jî bi sûcê qaçaxçîtiyê hatine girtin.