Îranê 215 mehkûmên Efxan teslîmî welatê wan kir

Alîkarê Wezîrê Dadê yê Îranê Mehmûd Ebasî daxuyand 215 mehkûmên Efxan teslîmî welatê wan kirin...

Îranê 215 mehkûmên Efxan teslîmî welatê wan kir

 Îranê daxuyand 215 mehkûmên din ên Efxan teslîmî welatê wan kirine.

Alîkarê Wezîrê Dadê yê Îranê Mehmûd Ebasî got di navbera wezaretên dadê yên herdu welatan da peymanek hatiye çêkirin û li gor vê peymanê 215 mehkûmên din ên Efxan teslîmî welatê wan hatine kirin.

Ebbasî got ev mehkûmên hatine îadekirin jê gelek ji ber qaçaxçîtiya hişbirê û dereqanûnî ketine Îranê hatine girtin.

Ebasî daxuyand bi van mehkûman va hejmara Efxanên hatine teslîmkirin gihîştiye 443an.

Li gor peymana di navbera herdu welatan heta 21ê Adarê 700 girtiyên Efxan wê bên teslîmkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE