Îranê aşiya ku çêkir li ser mirovan cara ewil test kir

Aşiya "COVIRAN Bereket" a ku zanyarên Îranê çêkirin di merasimeke Wezîrê Tenduristiyê Saîd Nemekî û rayedarên din beşdar bûn da cara ewil li ser mirovan hat ceribandin.

Îranê aşiya ku çêkir li ser mirovan cara ewil test kir

 Îranê aşiya bi navê "COVIRAN Bereket" a xwemalî ya ku li hemberî şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) çêkir, di ceribandina klînîkê da cara ewil li ser mirovan test kir.

Aşiya "COVIRAN Bereket" a ku zanyarên Îranê çêkirin di merasimeke Wezîrê Tenduristiyê Saîd Nemekî û rayedarên din beşdar bûn da cara ewil li ser mirovan hat ceribandin.

Tayyîbe Muhbîr a qîza Mihemed Muhbîr ê pêşengê lijneya aşiyê pêşvabirin da cî digirt bû kesa ewil ku aşî hat lêxistin. Aşiya hat pêşvebirin wê îro jî li 3 kesên din wê bê xistin û di rojên bê da jî merhele bi merhele wê li 56 dildarên din bê xistin.

Dema ku aşî bê kirin 14 roj bi şûnva wê cara duyemîn aşî bê kirin û merheleya sêyemîn a aşiyê jî wê di roja 287emîn da bê kirin. Hat gotin ku heta niha 65 hezar kes ji bo aşî li wan bê xistin wek dildar navên xwe dan nivîsandin.

Hat gotin heta niha tu tesîreke neyînî ya ji ber aşiya ku li Tayyîbe Muhbîrê hat xistin, nehat dîtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE