Îranê bi moşekan êrîş bir ser Sûriyeyê

Parêzkarên Şoreşa Îranê bi moşekan êrîş birin ser Sûriyeyê.

Îranê bi moşekan êrîş bir ser Sûriyeyê

Parêzkarên Şoreşa Îranê bi moşekan êrîş birin ser Sûriyeyê.

Li gor nûçeya têlevizyona dewleta Îranê, Parêzkarên Şoreşê bi moşekan êrîşî ser Elbû Kemal a navçeya Dêrazor a bajarê Sûriyeyê, kirin.

Di hûrgiliya nûçeyê da nehat gotin ku çend moşek hatine avêtin lê hat ragihandin ku "ev êrîş wek bergirîdana êrîşa DEAŞê ya li Ahvazê hat kirin."

Ajansa Nûçeyan a Farsê jî ragihand ku cureya moşekên ji bajarê Kermanşahê di saet 02.00an da hatin avêtin yek "Zulfîkar" û ya din jî "Kiyam" e.

Di 22 yê îlonê da li Ahvaz a ser eyaleta Huzîstanê bi minasebeta salvegera 38emîn a Şerê di navbera Îran Iraqê da merasima fermî hat kirin. Di çarçoveya merasimê da jî esker derbas dibûn û di wê navberê da êrîş hat kirin. Di êrîşê da 25 kes miribûn û 69 kes jî birîndar bûbûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Cotmeh 2018, 10:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE