Îranê carekî dîsa li herêmên sînor ên Hewlêrê xist

Îranê carekî dîsa li herêmên sînor ên Hewlêrê xist

 Hat ragihandin ku Îranê carekî din êrîşî herêmên li nêzî sînorê Hewlêrê kir.

Li gor xebera Rudawa navenda wê li Hewlêrê, Îranê bi topan êrîşî Sîdekana nehiyeya Hewlêrê kir.

Mihemed Mecîdê mixtarê Berbizina gundê Sîdekanê daxuyanî da û diyar kir ku ber destê sibê êrîş hat kirin.

Îranê duh jî bi firokeyên bêfrokevan û topan va êrîşî Sîdekanê kiribû.

Televizyona dewletê ya Îranê di 9ê îlonê da diyar kiribû ku Artêşa Pasdarên Şoreşê bi firokeyên bêfirokevan û topan êrîşî kozikên milîtanan ên li Sîdekan, Hecî Omeran û Çomana herêmên Hewlêrê kir.

Hatibû destnîşankirin ku di êrîşan da li kampa perwerdeyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) xistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE