Îran dê roja sêşemê dest bi lêxistina aşiya Ûris "Sputnik V" bike

Îran dê roja sêşemê dest bi lêxistina aşiya Ûris "Sputnik V" bike

Wezîrê Tenduristiya Îranê Seîd Nemekî diyar kir, roja sêşemê wekî qonaxa ewil dê xebatkarên tenduristiyê yên ku di unîteya nexweşên giran da dixebitin bi aşiya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) "Sputnik V" ku welatê wî ji Rûsyayê kirî, bên aşîkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê, Nemekî di merasima danasîna aşiya Îranê ya Razî Cov Pers ku li avahiya Wezareta Tenduristiyê hat lidarxistin da axivî û wiha got, "Wekî qonaxa ewil dê xebatkarên tenduristiyê yên ku di unîteya nexweşên giran da dixebitin, 9ê Sibatê roja sêşemê bi aşiyên Kovîd-19ê yên ku ji Rûsyayê hatin anîn, bên aşîkirin."

Nemekî bal kişand, bernameya aşiyê dê li gorî pileya rîskê bê sepandin û li gorî vê jî pêşiyê xebatkarên tenduristiyê û dû ra jî kal û pîrên ku li mala pîran dimînin û her wiha yên di ser 65 saliyê da dê bên aşîkirin. 

Partiya ewil a aşiya "Sputnik V" ya ku Îranê ji Rûsyayê kirî û ji 500 hezar dozî pêk tê, 4ê Sibatê gihîştibû paytext Tehranê.

- Li Îranê xebatên hilberîna aşiyê didomin

Di merasima ku Alîkara Serokomarê Îranê ya Berpirsa Zanist û Teknolojiyê Serena Setarî beşdar bû da hat ragihandin, ceribandina ewil a Razî Cov Pers a li ser mirovan sibehê dê li ser 100 xwebexşî were kirin.

Îranê aşiya ewil a xwemalî "COVIRAN Bereket" di qonaxa ceribîna klînîkê da 29ê Berfanbara 2020î li ser mirovan test kiribû û eşkere kiribû ku encamên serkeftî hatin wergirtin.

Teyîbe Muhbîra keça Mihemed Muhbîrê serokê heyeta zanyaran bûbû kesa yekemîn ku wekî xwebexş aşî li xwe xistibû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE