Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Seyyîd Ebbas Mûsewî îdiayên ku dibêjin Îran bi navbeynkariya Rûsyayê bi Amerîkayê ra mizakere kirin, derewand.
Li gor IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê Mûsewî der heqê îdiayên ku dibêjin Tehran bi navbeynkariya Moskovayê bi Amerîkayê ra hevdîtinê kir da daxuyanî da û wiha got, "Tu mizakereyên Îran û Amerîkayê tunene."
Hatibû îdiakirin ku wezaretên karên derva yên Îran û Amerîkayê bi navbeynkariya Rûsyayê hevdîtin kirin.
AA