Îranê guleyên topê avêtin herêmên çiyayî yên Herêma Kurdistanê

Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê (AMŞ) ragihand ku bi guleyên topê li herêmên sînor ên çiyayî yên li ser Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) xistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya li ser rûpela Telegramê ya Wezareta Parastina Îranê da hat gotin ku "AMŞ dijî dijberên rejimê yên ku li çiyayên Alane û Hec Umranê di nav sînorê HKIyê da bi cî bûne operasyona avêtina guleyên topê kir."

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku komên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) û Partiya Kedker û Şoreşvan a Kurdistana Îranê (Komele) li cihên bilind ên cihên navborî xwe vedişêrin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku duh jî êrîşên manend hatin kirin û agahî nehat dayîn ka guleyên topê bûn sedema tu zayîatê yan na.

Birêvebiriya Tehranê PDK-Î û Komeleyê wek rêxistina terorê qebûl dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE