Îranê ji ber çalakiyên li Iraqê Deriyê Sînor ê Mehranê dîsa girt

Rêveberiya Îranê ji ber çalakiyên li Iraqê dîsa Deriyê Sînor ê Mehranê da girtin...

Îranê ji ber çalakiyên li Iraqê Deriyê Sînor ê Mehranê dîsa girt

Rêveberiya Îranê ji ber çalakiyên dijî hikûmetê ku li Iraqê dewam dikin Deriyê Sînor ê Mehranê careke din da girtin.

Li gor nûçeya têlevizyona dewleta Îranê Deriyê Sînor ê Mehranê ji saet 24.00ê pê va ji bo derbasbûna welatiyên Îranê hat girtin. Hat ragihandin ku welatiyên welatên biyanî wê bikaribin ji sînor derbas bibin.

Rêveberiya Tehranê di 30yê Cotmehê da heman derî girtibû û di 25ê Mijdarê da jî ji nû va vekiribû.

Dema ku li Iraqê bûyeran dest pê kir di 3ê cotmehê da Îranê Deriyê Sînor ê Husreviyê ku li ser eyaleta Kirmanşahê ye û Deriyê Sînor ê Cezzabeyê ku li ser eyaleta Huzîstanê bû girt û piştî 3 rojan ji nû va vekiribû.

- Çalakiyên li Iraqê

Li Iraqê ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê yên li welêt di 1ê Cotmehê da bi mebesta bertek nîşandanê va çalakiyên dijî hikûmetê dest pê kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE