Îranê ji ber mûşekên ku di dema pevçûnên li Qerebaxê de kete nav axa wê hişyarî da Ermenistan û Azerbaycanê.
Berdevkê Wezareta Karûbarê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade bi daxuyaniyeke nivîskî ketina 10 mûşekan li 2 gundên navçeya Xudaaferîna girêdayî eyaleta Azerbaycana Şerqî ya li ser sînorî Azerbaycan-Ermenistanê, şermezar kir.
Xetîbzade îdiayên ku hêzên Îranê yên ser sînor bersiv dane mûşekan derewand û wiha got, "Asayişa welatiyên me yên ku li herêmên sînorî dijîn, xeta sor a hêzên me yên çekdar e. Heke heman rewş dubare bibe, Îran dê li hember wan laqeyd nemîne."
Hatibû ragihandin ku 10 mûşek îsabetî 2 gundên navçeya Xudaaferîna girêdayî eyaleta Azerbaycana Şerqî ya li ser sînorî Azerbaycan-Ermenistanê kirine.
Qaymeqamê Xudaaferînê Elî Emîrî Rad gotibû "Xaniyekî ku mûşek lê ket rûxiya û kesek tê de birîndar bû."
Hüdaaferin Kaymakamı Ali Emiri Rad, "Roketlerin isabet ettiği bir ev yıkılırken bir kişi de yaralandı." demişti.AA