"Îran ji bo çêkirina bombeya atomê pir amade ye"

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu got Îran ji bo çêkirina bombeya atomê xwe pir amade kiriye

"Îran ji bo çêkirina bombeya atomê pir amade ye"

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu îdia kir Îran ji bo çêkirina bombeya atomê ji her carê zêdetir amade ye.

Li gor Lijneya Weşana Kamuyê ya Îsraîlê (KAN) Netanyahu got Îsraîl wê tu carê destûrê nede Îranê ku çekên nukleer ên hemû ewlehiya dinyayê dikin talûkeyê çêbike û van çekan pêşva bibe.

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf wiha daxuyandibû "Netanyahu gefê dixwe ku Îranê hilweşîne".

Netanyahu jî bersiv da Zerîf û wiha got "Yê ku her roj gefê li hember Îsraîlê dixwe û dibêje ewê Îsraîlê tune bikin Tehran e."

Netanyahu got Îran ji bo çêkirina bombeya atomê ji her carê zêdetir amade ye û hewleke mezin dide ku bernameya xwe ya nukleerê xurttir bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 12:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE