Îran: Kesên bi sûîqesda Fexrîzade ra têkildar hatin tesbîtkirin

Îran: Kesên bi sûîqesda Fexrîzade ra têkildar hatin tesbîtkirin

Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Rebiî ragihand ku kesên bi sûîqesda Muhsîn Fexrîzadeyê zanyarê nukleerê ra têkildar hatin tesbîtkirin.

Rebiî di bernameyeke ku di televîzyona dewletê ya Îranê da beşdar bû da got ku "Wezareta Îstixbaratê kesên bi sûîqesda şehîd Fexrîzade ra têkildar in tesbît kir."

Rebiî got ku ji hemû aliyan va li ser sûîqesdê lêkolîn dikin û heke lêpirsîn bigihêje encamê dê pêngavên hewce biavêjin.

Serokê Îstixbaratê Mehmed Elevî di daxuyaniya xwe ya di 30yê sermawezê da diyar kiribû ku der barê bûyerê da nîşane bi dest xistine lêbelê hûrgilî parve nekiribûn.

- Îran wisa difikire ku li paş sûîqesdê Îsraîl heye

Zanyar Fexrîzadeyê ku wekî avakerê bernameya nukleerê ya Îranê tê zanîn di 27ê sermawezê da di êrîşa terorê ya ku li herêma Abserda li ser eyaleta Tehranê hatibû kirin da hatibû kuştin. Rayedarên Îranî eşkere kiribûn ku li paş sûîqesdê Îsraîl heye.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bal kişandibû ku birêvebiriya Tel Avîvê armanc dike berî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji peywir veqete bi çalakiyên provokatîf va li herêmê kaos derxîne û eşkere kiribû ku "Dê nekevin dafika Îsraîlê û dê demek dirêj da bersiva sûîqesdê bidin."

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di nîsana 2018an da di pêşkêşiya xwe ya der barê bernameya nukleerê ya Îranê da bi taybetî navê Fexrîzade diyar kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE