Îran li Dêrezorê dest dide ser malên sivîlan

Îran li Dêrezorê dest dide ser malên sivîlan

 Mihafizên Şoreşa Îranê û grûbên terorîst ên biyanî ku bi fermana Îranê hereket dikin, ji bo ku xwe ji êrîşên esmanî biparêzin li Dêrezora bajarê Sûriyeyê li herêmên di destê rejima Beşşar Esed da ne herî kêm dest danîn ser 60 malan.

Mihafizên Şoreşa Îranê û grûbên terorîst ên biyanî ku bi fermana Îranê hereket dikin, li Sûriyeyê ji bo ku xwe ji êrîşên esmanî biparêzin û xwe veşêrin baregehên xwe yên eskerî û unsûrên xwe yên çekdar bar dikin û dibin nav wargeha sivîlan û dikişin malan. Mihafiz û grûbên terorîst ên biyanî li bajarê Dêrezorê ku li ber sînorê Iraqê ye, dest datînin ser malên Sûriyeyiyan.

Mihafizên şoreşa Îranê ji bo vê mebesta xwe li navenda bajarê Dêrezorê û navçeya wê ya Elbûkemalê bi cih bûne û di demên dawîn da li van deran dest danîn ser 60î zêdetir mal û avahiyan.

Îranî malên sivîl û mixalifên eskerî yên ku koçî welatên Korfez an jî Ewropayê kirine, ji xwe ra dixin baregeh an jî sitargeh.

- Tapiya malan dewrî terorîstan dikin

Îranî roj bi roj li bajarê Dêrezorê hebûna xwe ya eskerî xurt dikin û tapiya malên vê derê dide ser navê terorîstên ku piştgiriyê didinê.

Tapiya malên desteserkirî pêşiyê didin unsûrên herêmî yên ku nav grûbên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, paşê rejima Esed tapiyê dewrî ser navê terorîstên ku hemwelatîbûna Sûriyeyê hildane.

Mihafizên Şoreşa Îranê û grûbên terorîst ên biyanî ku bi fermana Îranê hereket dikin, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da bûne hêza bejayê ya rejima Esed. Van hêzan li Dêrezorê berî niha jî dest danîbû ser gelek malan û ev mal ji xwe ra kiribûn baregeh.

Di vê pêvajoyê da tu tezmînatê nadin xwediyên malan.

Balafirên şer ên Amerîka, Îsraîlê an jî yên ku xwediyê wan nayê zanîn, timî kozikên Mihafizên Şoreşa Îranê û grûbên terorîst ên biyanî ku bi fermana Îranê hereket dikin, ên li Dêrezorê didin ber bombeyan.

- Li Dêrezorê hebûna grûbên ku Îran piştiriyê didê

Dêrezora ku li ser sînorê Sûriye û Iraqê ye, li ser rêya Îran û Lubnanê ye. Xetên boriyan ên ku ji Iraq û Urdunê tên û rêyên bazirganiyê jî ji vî bajarî ra derbas dibin.

Navenda bajarê Dêrezorê û rojavayê wê bi alîkariya grûbên ku Îran piştgiriyê didinê û Rûsyayê di mijdara 2017ê da bi vekişîna DEAŞê ra ket destê rejima Esed.

Grûbên terorîst ên biyanî ku bi fermana Îranê hereket dikin, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da bûne hêza bejayê ya rejimê, li Dêrezorê pir zêde ne.

Li Dêrezorê Erebên Sunnî dijîn û grûbên ku eslê xwe ji Îran, Iraq, Lubnan, Efxanistan û Pakistanê ne, ji aliyê mensûbên Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê va tên fermandekirin.

Axa Dêrezorê ya ku dikeve aliyê rojhilatê Çemê Feratê jî di binê dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku Amerîka piştgiriyê didê da ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE