Îranê li Kendava Besreyê dest danî ser tankera biyanî

7 biyaniyên di tankerê da hatin binçavkirin....

Îranê li Kendava Besreyê dest danî ser tankera biyanî

Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê li Kendava Besreyê dest danî ser tankereke biyanî ku tê îdiakirin 700 hezar lître sotemeniya qaçax dibir. Herwiha 7 biyaniyên di tankerê da jî hatin binçavkirin.

Fermandarê Herêma Duyemîn a Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdarên Şoreşê Remezan Zirahî ku ji ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Farsê ra axivî, diyar kir ku roja çarşemê li Kendava Besreyê tankereke biyanî ku sotemeniya qaçax dibir, hat destgîrkirin.

Zirahî diyar kir ku 7 kesên dixwestin 700 hezar lître sotemeniya qaçax derbasî welatên Erebî yên li dewrûbera Kendava Besreyê bikin, hatin binçavkirin.

Hat ragihandin, ji bo çêkirina miemeleyên qanûnî, tanker kişandin ber Girava Farsî.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE