Îran: Mizakereyên lihevkirina nuklerê wê di 29ê mijdarê dest pê bike

Îranê daxuyand ku mizakereyên lihevkirina nuklerê wê di 29ê mijdarê dest pê bike

Îran: Mizakereyên lihevkirina nuklerê wê di 29ê mijdarê dest pê bike

Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Elî Baqirî daxuyand mizakereyên lihevkirina nuklerê wê di 29ê mijdarê da li Viyanaya paytextê Avusturyayê dest pê bike.

Baqirî li ser Twîtterê daxuyand ew bi Dîrektorê Siyasî û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Servîsa Karên Derva yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Enrîque Mora ra li ser telefonê der barê peymana nukleere da axiviye.

Baqirî anî ziman mizakereyên peymana nukleere yên ji bo ku mueyîdeyên Amerîkayê yên dijî Îranê bên rakirin 6 tur li Viyanayê bi Mora ra hatin kirin wê di 29ê mijdarê da dîsa dest pê bike.

Piştî ku Joe Bîden li Amerîkayê serok hat hilbijartin mizakereyên lihevkirina nuklerê di 6ê nîsanê da li Viyanaya paytextê Avusturyayê dîsa dest pê kiribû û 6 tur hatibûn kirin. Lê ji ber ku li Îranê hikûmet guherîbû navber hatibû dayîn.

Hikûmeta Îranê paşê daxuyandibû ku ewê dîsa dest bi mizakereyan bike. Li ser vê Mora di 14ê cotmehê da li Tehranê bi Baqirî ra hevdîtinek kiribû û mizakereyan dîsa dest pê kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE