Îranê moşekên bi navê Qasim Silêmanî dan nasandin

Îranê moşekên bi navê Qasim Silêmanî dan nasandin

Îranê moşekên cruise û menzîlnavîn ên ku navê General Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêzên Qudsê û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebû Mehdî el-Muhendîsê di êrîşa Amerîkayê da can dabûn, lê kiribû, da nasandin.

Li gor têlevizyona dewletê ya Îranê bi wesîleya Roja Pîşesaziya Parastina Neteweyî li paytext Tehranê merasimeke bi vîdeo konferans hat kirin û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û rayedarên payebilind beşdar bûn.

Serokkomar Ruhanî di merasimê da axivî û diyar kir ku Îrana di qada parastinê da hêza xwe zêde dike tu carî bi stratejiya êrîşê tevnagere û wiha domand: "Bila cîranên me bawer bikin ku zerengiya parastina Îranê ji bo wan jî bi kêr e. Em ê vê hêzê ne li dijî wan lê awayê ku bi kêrî wan bê bi kar bînin."

Di merasimê da du moşekên nû yên ku navê General Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêzên Qudsê û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebû Mehdî el-Muhendîsê di êrîşa Amerîkayê da can dan, lê kiribûn, hatin nasandin.

Wezîrê Parastina Îranê Emir Hatem der barê moşekan da agahî da û got ku moşeka menzîlnavîn a navê "Şehîd Hac Qasim Silêmanî" lê danîne heta 1400 kîlometreyî diçe. 

Moşeka cruise ya navê "Ebû Mehdî" lê danîne jî ji 1000 kîlomtreyî zêdetir diçe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE