Mihemed Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê diyar kir ku mueyîdeyên Amerîka yekalî tîne serê Türkiyeyê bi tundî şermezar dikin.
Zerîf li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand û got Türkiyeyê ji ber ku S-400a sîstema parastina hewayê kirî merûzî mueyîdeyên Amerîkayê ma û bertek nîşan da.
Zerîf di peyama xwe da wêneya alaya Türkiyeyê û Îranê ya herdu dewlet merhebatiyê didin hev jî weşand û got ku bi mueyîdeyên tînin serê Tirkiyeyê hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin.
Zerîf di peyama xwe ya bi etîketa "cînar pêşaniya me ne" da wiha got:
"Em mueyîdeyên Amerîkayê yên dijî Türkiyeyê bi tundî şermezar dikin û (dijî mueyîdeyan) li cem hikûmet û gelê Türkiyeyê ne."
AA