"Îran û neteweyên azad ên li herêmê wê heyfa vî sûcê giran hildin"

Rûhanî ji bo Qasim Silêmanî û Alîkarê Fermandarê Heşdî Şabiyê Ebû Mehdî el-Muhendisê ku li Balafirgeha Bexdayê di êrîşa helîkoptêrên Amerîkayê da hatin kuştin, peyama sersaxiyê weşand.

"Îran û neteweyên azad ên li herêmê wê heyfa vî sûcê giran hildin"

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî der heqê Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê bû û di êrîşa Amerîkayê hat kuştin da daxuyanî da û got: "Îran û neteweyên azad ên li herêmê bêguman wê heyfa vî sûcê giran ê Amerîkayê kir, hildin."

Rûhanî ji bo Qasim Silêmanî û Alîkarê Fermandarê Heşdî Şabiyê Ebû Mehdî el-Muhendisê ku li Balafirgeha Bexdayê di êrîşa helîkoptêrên Amerîkayê da hatin kuştin, peyama sersaxiyê weşand.

Di peyama xwe da Rûhanî got ku ew êrîş "zalimtî ye û tirsekî ye" û wiha pê da çû: "Ev rejîma dagirker a rê û rêzikên sereke yên hiqûqa navneteweyî bi hovane û dijî mirovahiyê binpê dike li ser rûpelên tijî şermezarî yên vî welatî deqeke din zêde kir."

Rûhanî sersaxî da miletê Îranê, Artêşa Mihafizên Şoreşê û malbatên kesên di êrîşê da can dan û destnîşan kir ku kuştina Silêmanî li ser biryara têkoşîna Îranê ya dijî Amerîkayê wê xwedî bandor nebe.

Di nirxandina xwe da Rûhanî got ku wê heyf li erdê nemîne û peyama xwe wiha domand: "Îran û neteweyên azad ên li herêmê bêguman wê heyfa vî sûcê giran ê Amerîkayê kir, hildin." 

Wezareta Parastina Neteweyî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku General Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Fermandarê Heşdî Şabiyê Ebû Mehdî el-Muhendis di êrîşa li Balafirgeha Bexdayê da hatin kuştin.

Artêşa Mihafizên Şoreşê jî pesend kiribûn ku general Silêmanî di êrîşa Amerîkayê da hatiye kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE