"Îran rojane ji milyonek warêlî zêdetir neftê difroşe"

Hîmmetî diyar kir, piştî tengavkirinên Amerîkayê Îran rojane ji milyonek warêlî zêdetir neftê difroşe.

"Îran rojane ji milyonek warêlî zêdetir neftê difroşe"

 Serokê Bankeya Navendî ya Îranê Ebdunnasir Hîmmetî diyar kir, piştî tengavkirinên Amerîkayê Îran rojane ji milyonek warêlî zêdetir neftê difroşe.

Hîmmetî ji medyaya dewletê ya Îranê ra axivî û li ser mekanîzmaya dan û standinê ya taybet a ku YEyê ji ber tengavkirinên Washingtonê seba hêsankirina bazirganiya bi Îranê ra û firotina neftê sekinî.

Hîmmetî diyar kir ku Japonya jî tevî welatên ku ji Îranê neftê dikirin bû û wiha dewam kir, "Îran vê gavê rojane ji milyonek warêlî zêdetir neftê difroşe. Ji bo bidestxistina dahata îxrackirina neftê rêyên din jî hene. Di vê mijarê da tu fikara me tuneye."

Hîmmetî got ku wan hemû siyaseta xwe ji mekanîzmaya darayî ya Ewropayê azade kir û vê gavê bi Çîn, Koreya Başûr, Tirkiye, Hindistan û Rûsyayê ra seba taqasa pera bingeh amade ye. 

Rêvebiriya Amerîkayê piştî ku di 8ê gulanê da ji peymana nukleerê vekişiya û li dijî Îranê paketên tengavkirinê merhele merhele kiribû dewrê.AA

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE