Îranê êrîşî kampa PDKÎyê ya li Hewlêrê kir: gelek kuştî û birîndar hene

Hêzên Îranê êrîşî kampeke Partiya Demokrat a Kurdistan-Îranê kir ku li Hewlêrê fealiyetê dike û di êrîşê da 12 kes hatin kuştin û 30yî zêdetir kes jî birîndar bûn.

Îranê êrîşî kampa PDKÎyê ya li Hewlêrê kir: gelek kuştî û birîndar hene

 Hêzên Îranê êrîşî kampeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ku li Herêma Kurdistana Iraqê fealiyetê dike, kir û di êrîşê da kesên payebilind jî tê da 12 endamên PDKÎyê hatin kuştin û ji 30yî zêdetir kes jî birîndar bûn.

Alîkarê Midûrê Tenduristiyê yê Navçeya Koysancaqê Şîrwan Celal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rayedarên payebilind jî di nav da 12 kes di êrîşê da hatin kuştin, ji 30yî zêdetir birîndar hene.

Celal got ku rewşa hin birîndaran giran e û li nexweşxaneyê dermankirina wan didome.

- Artêşa Mihafizên Şoreşê dîmena êrîşê weşand

Têlevîzyona dewletê ya Îranê dîmenên êrîşê weşand û diyar kir ku Artêşa Mihafizên Şoreşê êrîşa fuzeyê bir ser avahiya navend a PDKÎyê.

Artêşa Mihafizên Şoreşê ji erdê va 5 fuze avêtin navenda PDKÎyê. 

- PDKÎyê êrîş piştrast kir

Li gor nûçeyên medyaya herêmî, li Koysancaqa navçeya Hewlêrê dema civînê fuze avêtin kampa PDKÎyê. Di êrîşê da ji şaxa eskerî ya PDKÎyê gelek hatin kuştin, ji rayedarên payebilind Mistefa Mewlûdî jî di nav da birîndaran da ye.

Ji aliyekî din va PKDÎyê daxuyanî da û êrîş piştrast kir û agahiya kuştî û birîndaran da, lê hejmar neda.

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku wesayîtên bêmirov ên Îranê li herêmê piştî firînên keşifkirinê êrîşeke giran bir ser kampa navborî.

PDKÎya ku mixalifê Îranê ye, ji 1996an vir va li kampên bajarê Hewlerê fealiyetê dike. Tê gotin ku ji wê dîrokê vir va Îranê cara ewil êrîşeke ev qasî mezin kir. 

Dîroka nûkirinê: 08 îlon 2018, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE