Rapora der barê lêpirsîna ezilkirina Trump da hat qebûlkirin

Komîteya Îstixbarata Meclisa Nûnerên Amerîkayê rapora der barê lêpirsîna ezilkirina Donal Trumpê Serokê Amerîkayê da tesdîq kir.

Rapora der barê lêpirsîna ezilkirina Trump da hat qebûlkirin

Komîteya Îstixbarata Meclisa Nûnerên Amerîkayê rapora der barê lêpirsîna ezilkirina Donal Trumpê Serokê Amerîkayê da tesdîq kir.

9 wekîlên Komarparêz rapor "red" kir, ji Demokratan 13 wekîlan jî raya "erê" da û rapor bi vî encamê hat tesdîqkirin.

Bi vê tesdîqkirinê rapor sewqî Komîteya Edaleta Meclisa Nûnerên Amerîkayê kirin.

- Di raporê da çi heye?

Di rapora ku duh ji hêla Komîteya Îstixbarata Meclisa Nûnerên Amerîkayê da hat weşandin da wiha hat gotin: "Trump di peywendiya bi têlefonê ya bi Zelenskiy ra da ji vî welatî dixwaze ku der barê Joe Bidenê namzedê serokatiyê yê ku reqîbê wî ye û malbata wî da lêpirsînê veke, heke ew lêpirsînê vekin ew ê alîkariyê bide Ukraynayê. Trump meqamê xwe ji bona menfeata xwe emilandiye."

Li gor qanûnên Amerîkayê piştî raporê, serlêdana ezilkirinê heke ji hêla Komîteya Edaletê va bê qebûlkirin wê di Meclisa Nûneran da ji bo pesendkirinê deng bên dayîn.

Pêşnûmaya dozê dema ku ji hêla piraniya endamên Meclisa Nûneran va bê erêkirin wê biçe pêş Senatoyê û ew çax jî pêvajoya darazê ya der barê wî kesê esilkirina wî tê xwestin, dest pê bike.

- Lêpirsîna ezilkirina Trump

Peywendiya têlefonê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy ya di tîrmehê da bûbû sedem ku Demokratên di Kongreya Amerîkayê da li dijî Trump lêpirsîna ezilkirinê vekin.

Hatibû îdiakirin ku Trump di peywendiya bi têlefonê ya bi Zelenskiy ra da ji vî welatî xwest ku der heqê kurê Joe Bidenê namzedê serokatiyê yê ji Partiya Demokrat da lêpirsînê veke. Trump jî li ser van îdiayan gotibû ku xeberdana wî û Zelenskiy bi temamî li gor usûl û qaîdeyan bû û wiha gotibû, "Ne girîng e ku min bi Zelenskiy ra çi xeberda. Divê hinek li ser Bîden lêkolînê bikin."

Herwiha li gorî çapemeniya Amerîkayê, Trump ji serokê Ukraynayê ra gotiye ku heger hûn li ser Bîden û malbata wî lêpirsînê vekin, ew ê alîkariyê bide wan û li ser van îdiayan Demokratan lêpirsîna ezilkirinê dabûn destpêkirin. Trump jî gotibû ku beriya axaftina têlefonê, alîkariya bi 400 milyon dolarî ya ji bo Ukraynayê hatibû sekinandin.

Qesra Spî jî qeyda axaftinê ya nivîskî parve nekiribû û îdia kiribû ku eleqeya mijara alîkariyê û xeberdana têlefonê bi hev ra tuneye.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE