Rayedarek ji Îsraîlê: Vê biryarê em avêtin bin tekerên kamyona Rûsyê

Kanal 10 a İsraîlê, biryara Trump bi vî awayî nirxand...

Rayedarek ji Îsraîlê: Vê biryarê em avêtin bin tekerên kamyona Rûsyê

Televizyona kanal 1o a israîlê, biryara Serokê Emerîkayê Donald Trump a vekişîna ji sûriyê rexne kir û got: “qerara trump wekî şeqamekê li rûyê israîlê ket.” Her wiha hat eşkerekirin ku beriya Trump biryarê bide, Netenyahu pê re xeber daye û xwestiye ji vê biryarê vegere.

Kanala 10 a İsraîlê di xebera xwe de ji bo biryara Trump a li ser vekişîna ji Sûriyê got: “Ev ji bo Rûsya, Îran û Hizbullahê serkeftinek e û mîna şeqamekê li rûyê İsraîlê ket.”

Her wiha hat gotin ku Serokwezîrê İsraîlê Benyamin Netanyahu, beriya qerar were eşkerekirin, bi Trump re xeber daye û xwestiye ew ji vê biryarê vegere.

Wekî din di xeberê de rexneyên tund ên rayedarekî bilind ê İsraîlê jî hatin nîşandan. Rayedar dibêje: “Trump bi vê biryarê em avêtin bin tekerên kamyona Rûsyê.”

Serokwezîrê İsraîlê Benyamin Netanyahu jî diyar kiribû ku ew biryar qerara Emerîkayê ye û wiha gotibû: ”Ji bo ewlehiya Îsraîlê em ê jî gavên hewce bavêjin.”

Dîroka nûkirinê: 22 Kanûn 2018, 15:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE