Rûbleya Rûs ji sedî 8an zêdetir şikestinê va dest bi hefteyê kir

Parîteya dolar/rûble ji sedî 8,43 zêde bû û derket asta 90î, parîteya ewro/rûble jî ji sedî 8,8 zêde bû derket 101,2yan.

Rûbleya Rûs ji sedî 8an zêdetir şikestinê va dest bi hefteyê kir

 Piştî êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê û biryara tengavkirinê yê welatên Rojava, Rûbleya Rûs beramberî dolar ji sedî 8an zêdetir şikestinê va dest bi hefteyê kir.

Parîteya dolar/rûble ji sedî 8,43 zêde bû û derket asta 90î, parîteya ewro/rûble jî ji sedî 8,8 zêde bû derket 101,2yan.

Borseya Moskovayê ya ku hefteya çûyî bi qasî sedî 25an nirx ji dest da jî hat ragihandin ku dê heya telîmata din ji miemeleyan ra girtî be.

Banqeya Navendî ya Rûsyayê daxuyandibû ku wê, rêjeya faîzê ya polîtîkayê ji sedî 9,5an derxist ji sedî 20î.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE