Rêjeya ciwanên Amerîkayê yên rojnameyan dixwînin daket

Li gor encamên lêkolîna ku bi destê Zanîngeha San Dîegoyê hat kirin di nav ciwanên Amerîkayî da bi tenê ji sedî 2yê wan awayek bi pergal rojnameyê dixwînin

Rêjeya ciwanên Amerîkayê yên rojnameyan dixwînin daket

Li gor encama lêkolîneke ku li Amerîkayê hat kirin bi tenê ji sedî 2yê ciwanên Amerîkayî awayek bi pergal rojnameyê dixwînin.

Li gor lêkolîna ku bi destê Zanîngeha San Dîegoyê hat kirin li Amerîkayê bi tenê ji sedî 2yê ciwanên Amerîkayî her roj rojnameyan dişopînin.

Ji sisiyan yek ê ciwanên ku beşdarî lêkolînê bûn di nav sala dawîn da qet pirtûk nexwendine.

Di salên 1990î da ji hêla heman zanîngehê va lêkolîneke wek vê hatibû kirin û li gor encamên wê demê ji sisiyan yekê ciwanên wê demê bi rêkûpêk rojnameyan dixwendin, ev jimar di sala 2016an da heta ji sedî 2yan daket.

Hat gotin ku ji milyonekê zêdetir ciwan beşdarî lêkolîna zanîngehê bûn.

Hîndekarên lêkolînê birêva birin ji bo daketina rêjeya xwendina ciwanan wiha gotin:"Kar û barên ku ciwan ji ser înternetê birêve dibin divê em pişt guh nekin. Xwendekarekî lîseyê di sala 2016an da rojê hema bêje bi qasî 6 saetan medyaya civakî bikar tîne, peyama dişîne, hildide, dileyîze û ji ser înternetê li tiştan mêze dike û digere. Ev rêje dema bi rêjeya xwendina ciwanên salên 1990î va tê muqayesekirin rastî du qatî rêjeya wê demê tê."

Di lêkolînê da hat gotin ku li gor encamên lêkolîneke di salên 1970yî hatibû kirin da ji sedî 60ê xwendekarên pola dawîn a lîseyê rojname û kovar dixwendin.

Li gor encamên lêkolînê rêjeya dema temaşekirina têlevizyonê ya di nav ciwanan da jî kêm bûye. Di salên 1990î da ji sedî 22yê xwendekarên dibistana navîn rojê ji 5 saetan zêdetir têlevizyon temaşedikirin û ev rêje di sala 2016an da heta sedî 10î daket.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tebax 2018, 10:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE