"Rejimê li Îdliba herêma bêçek sivîl kuştin"

Di rapora komisyonê da hat diyarkirin ku bi mitebeqata Soçiyê ya Tirkiye û Rûsyayê va rageşiya li Îdlibê kêm bû.

"Rejimê li Îdliba herêma bêçek sivîl kuştin"

Komisyona Lêpirsîna Navneteweyî ya Sûriyeyê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku rejima Beşar Esed êrîşî wargehên sivîlan ên li Îdlibê kir û bû sedema kuştina mirovan.

Di rapora komisyonê da hat diyarkirin ku bi mitebeqata Soçiyê ya Tirkiye û Rûsyayê va rageşiya li Îdlibê kêm bû.

Di raporê da hat gotin ku hêzên rejimê êrîşên li herêmên sivîlan ên li Îdlib û rojava Hemayê didomînin, ji bo zirar negihîje sivîlan jî tu tevdîrekî hilnadin.

Dîsa di raporê bal kişandin ku li herêmên dikevin destê rejimê dîlgirtin, windakirin û pirsgirêk dewam dikin û ev tevger, "dibin sedema kuştina bi hezaran sivîlan."

Di rapora li ser Sûriyeyê ya NYyê da wiha hat gotin: "Ligel avakirina herêma bêçek (hêzên rejimê li Îdlibê) gelek kesên di nav wan da jin û zarok hene kuştin." 

- Binpêkirina mafan a YPG/PKKyê

Rapora Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî da bal kişandin êrîşên YPG/PKKyê yên herêmê û wiha hat gotin: "Li qadên di destê HSDyê (YPG/PKK) da ne bi hezaran jin, mêr û zarok dereqanûnî tên dîlgirtin." 

Wekî di raporê da hat diyarkirin ku li sînorê Urdinê 41 hezar sivîl mihtacê xizmetên tenduristiyê, perwerde û yên sereke ne.

Dîroka nûkirinê: 01 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE