Hêzên rejima Beşar Esed ku Rûsya piştgiriya wan dike, peymanên Astana û mitabaqata Soçiyê binpê kirin û Maarratunnûmana navçeya herî mezin a Îdlibê bi temamî kirin destê xwe.
Artêşa rejima Esed û hêzên rejimê yên ku ji komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan pêk tê, li başûr û başûrê rojhilatê Îdlibê ji bejayê va pêş dikeve.
Piştî pevçûnên dûr û dirêj ên navbera mixalif, komên çekdar ên dijî rejimê û hêzên rejimê, navenda navçeya Maarratunnûmanê ket destê hêzên Esed.
Hêzên rejimê bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê nava rojê li başûrê rojhilatê Îdlibê 15 niştewar bi dest xistibûn û dora navenda Maarratunnûmana navçeya herî mezin girtibû.
Girîngiya Maarratunnûmanê
Maarratunnûmana navçeya herî mezin a Îdlibê di cotmeha 2012an da ket destê mixalifan.
Beriya şerê navxweyî dora 300 hezarî sivîl li navçeyê dijiyan, lê ji ber ku rejim û piştgirên wê ji mijdara 2019an vir va êrîşan dibe ser navçeyê, sivîlan koç kir.
Navçe dikeve başûrê Îdlibê û 40 kîlomêtro dûrî navenda parêzgehê ye. Li navçeyê ji dewra Dewleta Osmaniyan avahiyên dîrokî yên wek xan, mizgeft û medrese hene.
Rêya M5ê ji nav navçeyê ra derbas dibe û li ser Heleb, Îdlib, Hama, Xums û Şamê ra heta Urdunê diçe û girîngiya stratejîk a Maarratunnûmanê zêde dike.