Rejima Esed bi êrîşên xwe va agir berdide "zeviyên nan" ên gelê Îdlibê

Mîdyen el Huseyînê Serokê Meclisa Herêmî ya li beldeya Kastonê ya bajarê Hamayê, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, rejim bi çekên ku guleyan agir dike va guleyan davêje û agir berdide zeviyên genim ku ev zevî tekane deriyê dahata gelê herêmê ye.

Rejima Esed bi êrîşên xwe va agir berdide "zeviyên nan" ên gelê Îdlibê

Rejima Beşşar Esed zeviyên çandî yên li bajarên Îdlib, Heleb û Hamayê dixe hedef û berên cotkaran agirdadayî dike ku nedirûn.

Hêzên rejimê bi rêbaza êrîşa ku jê ra dibêjin "bombeya birçîbûnê" va agir berdidin bi hezaran donim zeviyên genim ku cotkar zeviyên xwe nedirûn û genimê xwe hilnedin. Bi vî hawî rejim dixwaze ku bi deh hezaran sivîl birçî bimînin.

Mîdyen el Huseyînê Serokê Meclisa Herêmî ya li beldeya Kastonê ya bajarê Hamayê, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, rejim bi çekên ku guleyan agir dike va guleyan davêje û agir berdide zeviyên genim ku ev zevî tekane deriyê dahata gelê herêmê ye.

Kaston wiha axivî, "Rejima Esed agirbest binpê kir û di êrîşên ku kirin da (tenê li beldeyên xwe) 2 hezar û 500 donim zeviya genim şewitand."

El Huseyîn daxuyand, cotkarên ku tîrên wan şewitîn, ji bo debara xwe li kar digerin û wiha dewam kir, "An jî ew cotkar di çadirên xwe da li benda koliyên xidayê ne."

Cotkar Xalit Ebû Ehmed piştî peymana Îdlibê ya ku di adara 2020î da Tirkiye û Rûsyayê îmze kir, vegeriya gundê xwe. Ehmed jî diyar kir ku rejima Esed li gundê Dukmakê yê Hamayê timî agirbestê binpê dike û agir berdide tîran.

Ebû Ehmed daxuyand, rejima Esed car caran êrîşî eraziyên çandiniyê dike û wiha dewam kir, "Rejimê li gundê Dukmakê nêzî 400 donim tîrê genim şewitand. Cotkaran bi traktorên xwe agirên tîran temirand."

Ebû Ehmed destnîşan kir, zeviya wî jî di êrîşên rejimê da hat şewitandin û cotkar tirsa êrîşên rejimê tîrên xwe zûtirî dirûtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE